Wezîrê Karên Derva Fîdan bi hevkarê xwe yê Îngiliz Lammy ra bi têlefonê ser pevçûna navbera Îran-Îsraîlê axivî

Ankara
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan bi Wezîrê Karên Derva yê Îngiltereyê David Lammy ra bi têlefonê ser pevçûna navbera Îran-Îsraîlê axivî.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hat hildan, Wezîr Fîdan bi hevkarê xwe yê Îngiliz ra bi têlefonê axivî.
Her du wezîr di axaftinê da li ser pevçûna navbera Îsraîl û Îranê sekinîn û Wezîr Fîdan daxuyand, fikar ew e ku geşedan veguherin krîzeke mezintir.
Di axaftinê da hat gotin, ji bo ku pevçûn demildest bi dawî bibin, divê hewildan werin zêdekirin û demildest li mizakereyên nukleerê vegerin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.