Tirkiye

Ajansa Anadoluyê 105 salî ye

- Ajansa Anadoluyê (AA) ku bi telîmata Xazî Mustafa Kemal Ataturk di 6ê Nîsana 1920î da hat avakirin, 105emîn salvegera avakirina xwe pîroz dike

Özcan Yıldırım  | 06.04.2025 - Rojanekırın : 07.04.2025
Ajansa Anadoluyê 105 salî ye

Ankara

Ajansa Anadoluyê (AA) ku bi telîmata Xazî Mustafa Kemal Ataturk di 6ê Nîsana 1920î da hat avakirin, 105emîn salvegera avakirina xwe pîroz dike.

Ajans ji bo ku li dijî provokasyonên Şerê Rizgariyê yên ku yekitiya neteweyî dixin xetereyê, gel hişyar bike û der barê biryarên ku têkoşîna neteweyî bigîhîne serxwebûnê da raya giştî agahdar bike, hat avakirin.

Damezrandina Ajansa Anadoluyê di rojên dijwar ên ku mirov dikare bibêje "xala zivirînê ya Têkoşîna Neteweyî" da pêk hat.

Rewşenbîr Yunus Nadî (Abalioglu) û Halîde Edîp (Adivar) piştî dagirkirina Stenbolê ji bo tevlî Têkoşîna Neteweyî bibin, bi rê ketin ku herin Anadoluyê. Yunus Nadî û Halîde Edîp dema li Îstgeha Geyve-Akhîsarê (Pamukova) ji bo bêhnvedanê sekinîn, li ser fikra 'ew çawa ku gihîştin Enqereyê divê teşkîlata ajansekê bê avakirin' axivîn.

Dema behsa navê ajansê hat kirin, Yunus Nadî û Halîde Edîp ji wan navên "Tirk", "Enqere" û "Anadolu"yê navê "Ajansa Anadoluyê" hilbijart.

Li gor gotina Yunus Nadî di "4 an jî 5ê êvara nîsanê" da li Mekteba Ziraetê ya ku niha Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ye û wê demê wek baregeh dihat bikaranîn, piştî şîvê ji Mustafa Kemal Paşa ra behsa avakirina Ajansa Anadoluyê hat kirin.

Piştî vê axaftinê bi telîmata Mustafa Kemal Paşa di 6ê Nîsana 1920î da Ajansa Anadoluyê hat avakirin.

Bi îmzeya Mustafa Kemal di 8ê Nîsana 1920î da giştînameyek ji tevahiya welêt ra hat şandin ku Ajansa Anadoluyê hatiye avakirin.

- Nûçeyên ewil di 12ê Nîsana 1920î da hatin weşandin

Avabûna Ajansa Anadoluyê li Anadoluyê kelecaneke mezin ava kir, lewra agahiyên der barê Têkoşîna Neteweyî û geşedanên hikûmeta Enqereyê da bi saya ajansê wê bihata ragihandin.

Gelek pîrozbahî ji Ajansa Anadoluyê ra hatin û nûçeyên ewil di 12ê Nîsana 1920î da hatin weşandin.

Bultena ewil a ku ajansê serwîs kir ev e:

Navenda me ya dewletê piştî ku ket destê dijminan, Mudafaayê Hiqûqa Anadolu û Rûmeliyê rabû ser piyan. Ajansa Anadoluyê ji bo ku birayên me yên dîn û welêt nûçe û agahiyên herî rast hildin, hat avakirin. Ajans ji îro pê ve dest bi wezîfeyê dike. Divê agahî û nûçeyên ku îro hatin bidestxistin, li wan deran bên belavkirin ku zêdetir kes bixwînin û bizanibin. Bi vê mebestê em ji we hemûyan rica dikin ku hûn li wan deran rêxistinan ava bikin û agahiyên ku em her roj didin li deriyên telgrafxaneyan ve li ser lewheyên reş binivîsin, li cihên ku alav hene çap bikin, biweşînin, belav bikin, bişînin nahiyeyan; heta bişînin gundan. Em ji bo vê alîkariya we rica dikin. Piştî vê destpêkê, agahiyên îro yên dawî li jêr in...

- Navnîşana nûçeyên rast

Avakirina ajansê bi awayên fermî ji hemû welêt re hatiye ragihandin. Piştî vê dîrokê, ajansê der heqê hincetên têkoşîna neteweyî ya Anadoluyê, geşedanên têkoşîn û hêmanên din ên têkoşînê de hewl da ku ji hundir û derve nûçe û agahiyên herî rast werin çêkirin.

Mustafa Kemal ji bo ku AA li nav welêt çalak bibe û kar û barê xwe bi rê ve bibe, pê re eleqedar bû, lewra bawer kiriye ku propagandaya têkoşîna millî girîng e. Ji bilî daxuyandina avakirina AAyê, hewl da ku bultenên ajansê bên belavkirin û ji bo vê nivîs nivîsandiye û hişyarî daye.

Mustafa Kemal di 18ê Nîsana 1920î de ji Navenda Telgrafê ya Anadoluyê re tamîmek şand û di tamîmê de got ku bultenên Anadolu Agencyê ji hin deran re nayên şandin û ji bo vê şikyat tên kirin. Her wiha got ku bultenên AAyê wê bi telgrafan werin şandin. Mustafa Kemal di tamîmê de ragihand ku heke di şandina nûçeyên AAyê de qusûr derkevin, pêkan e ku ev bibe "sûcê welêt".

- AA bû "dengê" Têkoşîna Neteweyî

Avakirina AAyê li Anadoluyê kelecaneke mezin çêkir, lewra geşedanên ser Têkoşîna Neteweyî û hikûmeta Enqereyê dihat meraqkirin û di dilan da daxwaza serxwebûnê hebû. Piştî temîma Mustafa Kemal Paşa, ji çar aliyê welêt seba avakirina AAyê ji Enqereyê ra telgrafên pîrozkirinê hatin. Di van telgrafan da dihat ragihandin ku ew ji bo belakirina bultenên AAyê amade ne ku bigihînin gel.

Ji bo ku nûçeyên AAyê bigîhîjin eskerên li ser eniyê jî tevdîr hatin dîtin. Bultenên Ajansa Anadoluyê ji bo ku hişmendiya gel zêde bike gihaşt çapemeniya Anadoluyê jî.

Ji hêla din bi fermana Mustafa Kemal Paşa va ji bo ku nûçeyên AAyê bigîhîjin gelê Stenbolê ya di bin dagirkeriyê da ye û rojnameyên Têkoşîna Neteweyî jî gelek hewl hat dayîn.

Bultenên AAyê yên ku naveroka wan ji teblîxatên fermî yên hikûmeta Enqereyê, nûçeyên dijî manîpulekirina raya giştî ya Tirkan, yên gel hişyar dikin, nûçeyên ji TBMMyê û eniyê pêk tên valahiyek tije kir.

Xebatên ewil bi destê Yunus Nadi û Halide Edibê hatin destpêkirin. Paşê bi beşdariya Hamdullah Suphî va hejmara xebatkarên AAyê di mehên ewil da gihîşt 10an. Di serî da bultenên AAyê di odeyeke Mekteba Ziraetê da hatin amadekirin û derfet tunebû ku di matbaayê da gelekî bên weşandin û belavkirin. Ji ber ku du matbaayên li Enqereyê kevn bûn û carê carekî xirab dibûn, bulten bi makîneya teksîrê (şapirograf) dihatin zêdekirin, carinan jî bi destan dihatin zêdekirin û dişandin telgrafxaneyê.

- 26 midûrên giştî wezîfe kir

Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê yê ewil Alaeddîn Beg bû. Wî di 1ê Çileya 1926an da dest bi kar kir û 1ê Sibata 1931an da wezîfeya xwe dewrî Muvaffak Menemencioğlu kir. Faîk H. Hozar jî di 19ê Cotmeha 1944an da bû Midûr. Hozar di 1ê Hezîrana 1946an da wezîfeya xwe dewrî Muvaffak Sunal kir. Paşê di navbera 1948-1951an da Ziha Gevher Etili midûrtî kir. Saim Nuri Uray di navbera 1951-1952an da, Şerîf Arzik di navbera 1953-1959an da, Fîruzan F. Tekîl di navbera 1959-1960an da, Cemal Aygen di navebra 1960-1961an da midûrtî kirin.

Erdogan Ulus di sala 1961an da salekî midûrtî kir û wezîfeya xwe dewrî Naîl Mutlugîl kir. Mutlîgîl jî di sala 1963yan da wezîfeya xwe da Munîr Berk. Paşê Atîlla Onuk, Îzzet Sedes, Aytekîn Yildiz, Cevdet Tanyelî, Husamettîn Çelebî, Behîç Ekşî, Ceyhan Baytur, Turgay Uçoz, Ekrem Karaîsmailoglu, Mehmet Akarca, Mehmet Guler, Hîlmî Bengî, Kemal Ozturk û Şenol Kazanci bûn midûrên AAyê.

Dema bultenên AAyê dihatin amadekirin wek îro, berê jî rêbazên weşanê dihatin şopandin.

Di heyama Şerê Xelasbûnê da ji bo gel bê hişyarkirin, têkoşîna neteweyî bigîhîje serxwebûnê, derewên yekîtiya neteweyî xirab dikin ji holê bên rakirin AAyê dest bi weşanê kir. Ji bo nûçeyên rastîn bide gel AAyê xebat kirin, biryarên Meclisê ragihande gel, ji bo hikûmet û gel bibin yek hewl da.

AA di rêza ajansên nûçeyan ên herî bi bandor û girambar da li pêş cî digire û geşedanên nû yên li herêmên herî bizavdar demildest digihîne aboneyên xwe, bi taybetî bi wêne û dîtbariyên xwe yên hêzdar ên ji erdnîgariyên dijwar ku nûçegihanê wan deran dijwar e, pêşkêş dike va ferqa xwe nîşan dide.

AA bi Tirkî, Îngilîzî, Erebî, Rûsî, Kurdî (Kurmancî-Soranî), Fransî, Îspanyolî, Farisî, Endonezkî, Boşnakî, Elbanî û Makedonî bi tevahî bi 13 zimanan xeber, wêne û vîdeoyan pêşkêşî aboneyên xwe dike û AA ne tenê li Tirkiyeyê li dinyayê jî bi eleqe tê şopandin.

AAya ku piraniya wêne û xeberên di rojnameyên neteweyî yên Tirkiyeyê da tên weşandin çêdike, bitaybetî bi weşanên xwe yên zindî yên li cihên girîng va xizmeta xwe ya ji bo aboneyên xwe didomîne. Ajans dema ku civînên girîng û bûyerên germ radigihîne aboneyên xwe, ji cihên cuda yên dinyayê rojane tengaya 22 weşanên zindî dike.

AA bi saya tora xwe ya global 7 roj û 24 saetan xizmetê dide aboneyên xwe û li nav welêt li 81 bajaran 84 ofîs, li dervayî welêt jî li 38 navendan ofîsên AAyê hene û ajans li 137 welatan fealiyetê dike.

- Wezareta Parastina Neteweyî 105emîn salvegera avakirina AAyê pîroz kir

Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) bi minasebeta 105emîn salvegera avakirina Ajansa Anadoluyê (AA) peyama pîrozbahiyê weşand.

Peyam li ser hesabê medyaya civakî yê wezaretê hat parvekirin, di peyamê da cih dan van agahiyan:

"Ajansa Anadoluyê bi rêberiya Ataturkê Rêberê Mezin hat damezirandin û 105 sal in dengê welatê me radigihîne dinyayê. Em ji bo xebatkarên cefakar ku şev û roj dixebitin serkeftinê dixwazin û salvegera avakirina Ajansa Anadoluyê pîroz dikin."

- "Mêrê herî dirêj ê cîhanê" 105emîn salvegera avakirina Ajansa Anadoluyê pîroz kir

Sultan Kosenê bi bejna xwe ya 2 metro û 51 santîmetreyî xwediyê nasnavê "Mêrê herî dirêj ê cîhanê" 105emîn salvegera avakirina Ajansa Anadoluyê (AA) pîroz kir.

Kosenê ku li gundê Dedeya li ser Dêrika navçeya Mêrdînê dijî digel bejna xwe bi destên xwe yên 27,5 santîmêtro û piyên xwe yên 36,5 santîmêtro va di sala 2009an da ket Pirtûka Rekoran a Guînnessê û 15 sal e xwediyê vê rekorê ye li herêmên cuda yên dinyayê welêt temsîl dike.

Kosen li Artukluya navçeya navend ya Mêrdînê beşdarî şahîya bafirokê bû û bi minasebeta 105emîn salvegera avakirina Ajansa Anadoluyê daxuyanî da. Kosen got ku, "Ez 105 saliya ajansa nûçeyan pîroz dikim. Em bawer in ku him li nav welêt him li derveyî welêt wê hêj gelek nûçeyên baş çêbike. Ez spasiya hemî xebatkarên Ajansa Anadoluyê dikim, ji bo wan serkeftinê dixwazim.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın