Pêşangeha ewil a Îstanbul Photo Awards 2025ê li Enqereyê vebû

Istanbul
Pêşangeha ewil a pêşbirka wêneyên nûçeyan a navneteweyî "Istanbul Photo Awards 2025" ya ku ji hêla Ajansa Anadoluyê (AA) va tê lidarxistin, li CSO Ada Enqereyê hat vekirin.
Îsal ji 20 hezarî zêdetir kesî serî li pêşbirkê dan.
Di pêşbirkê da 29 wênekêşan di 10 kategoriyan da xelat girtin ku berhemên xelatgirtî li pêşangehê hatin nîşandan.
Pêşbirk îsal di bin sponsoriya ragihandinê ya Turkcellê da hat lidarxistin.
Rêhewaya Tirkan (THY) bi sponsoriya gihandinê ya qismî va, Serokatiya Ajansa Hevkariya Tirk û Kordînasyonê (TÎKA) jî bi sponsoriya çalakiyên li dervayî welêt va piştgirî dan pêşbirkê.
Di pêşbirkê da wêneyên tekane û rêzê yên di kategoriyên nûçe, werziş, hawîrdor, portre û jiyana rojane da hatin nirxandin.
Agahiyên der barê wêneyên ku di pêşbirkê da xelat girtine dikarin li ser malpera înternetê ya "istanbulphotoawards.com"ê werin bidestxistin.
Pêşangeh wê heta 20ê Tîrmehê vekirî bimîne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.